Qewlê Tawisî Melek
Qewlê Tawisî Melek
Ya Rebî éla şanek û éla mekanek û éla sultanek
Ya Rebî tuyî kerîmî tuyî rehîmî
Ya rebî her tu xudayî
Her tuy î layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu melekê melekê cîhanî
Ya Rebî tu melekê melekê kerîmî
Tu melekê érşê ézîmî
Ya Rebî ji enzel de her tuyî qedîmî
Tu tam û kam û rayî
Ya Rebî her tu Xudayî
Her tu heyî û
Her tu layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu melekê Ins û Cinsî
Ya Rebî tu melekê érş û kursî
Ya Rebî tu melekê gay û masî
Ya Rebî tu melekê alem û qudsî
Tu el-semedî li liftî lemayî
Tu el-semedî hey El-mecîdî
Wehdê ferz El-hmîdî
Ya Rebî tu xudawendê sepehrî
Ya Rebî tu xudanê meh û mehrî
Ya Rebî tu xudanê ceh û merî
Ya Rebî tu xudawendê etay
Ya Rebî tu layiqî medih û senay
Ya Rebî ji îsma tuyî bilindî
Te nav li çû ne, tuy çendî
Nazêyî nazayî tu zendî
Miqadestê dû payî
Tuyî layiqî medih û sena
Ya Rebî tu kerem daye hatî
Mendayê qûtî
Helîmî melik kûtî
Ya Rebî tu álimê îlmay
Ya Rebî tu hem hekîmî û hem mecalî
Ya Rebî te ne xafe te ne xurde
Xudan malî xudan perde
Ya Rebî ciyê te wê li hemû erde
Ya Rebî ti ne lewme te ne renge
Te ne awaze te ne denge
Te ne endame te ne çenge
Ya Rebî kes nizane tuy kusay(çewayî)
Ya Rebî tu weliyê ferza nimêjî
Ruh diperêjî
Ji milan milkan dibêjî
Ya Rebî hekîmê şah û gedayî
Ya Rebî tu hekîmê cimletî alem
Ya Rebî te tobe danabû li ser Adem
Ya Rebî tu hakimê şîfayî
Ya Rebî tu rehmî,keremî,emînî
Ya Rebî tuyî El-semedî, em çû nînîn
Ya Rebî ezî ketîme î tawîme
Tu hem dermanî û hem dawayî
Tu hem dermanî û hem tebîbî
Tu hekîmî em xerîbîn
Ya Rebî her tu dizanî dermanê me biçi dibe
Ya Rebî tu únsê xurbayî
Li sûc û guneh û mişewie
Me kirin tehiyat û gewşe
Ya Rebî li me bibexşe
Ya Rebî her tuyî hey û tu xuday
Her tu layiqî medih û senay
Ya Rebî tu xaliqî em mexlûqîn
Tu mirazî em daxwazîn