de en


Spendenkonto:
Kto-Nr: 10 33 78 71
BLZ: 480 501 61
Sparkasse Bielefeld
Login

Derbarê damezrandina YES


Damezrandina Civaka Êzîdî-Ewrupeyî (Yezidi-European Society YES e.V.)
YES e.V.
Yezidi-European Society ( Civaka Êzîdî-Ewrupeyî )
YES e.V. ( Yezidi-European Society) di meha tebaxê sala duhezar û heftan de, piştî bûyerên ku li Şingal (Tilhizêr û Siba Şêx Xidir) qewimîn û di encamê de bi sedan merivên Êzîdî hatin qetilkirin, ji hêla çend ciwanên Êzîdî yên xwendevan û tifaqperez ve hate damezrandin. Piştî wê komkujîyê tengezarî û hevdû netahmulkirina civaka Êzîdîyan ya navxweyî û bi teybet ya mal û komelên Êzîdîyan li Ewrupa dîsa bi awayek xemgînî hate xuyakirin. Bo gühertina vê rewşê û avakirina yekîtîyek bi rêk û pêk, van çend ciwanan pêwîstîyek mezin bi nûjenkirina serkêşîya civaka Êzîdiyan li Ewrupa dîtin û weke projeyekê YES e.V. damezrandin.
Konsepta YES e.V. de xala herî girîng ewe ku bi serkêşîya ciwanên xwendevan û bi alîkarîya dinav (şêx, pîr, pêşîmam, feqîr) dîrokzan, lêkolînvan û nivîskarên Êzîdî û bi şêwirmendîya Mîrê Êzîdxan li gel meclisa ruhanî, bo Êzîdîyên li Ewrupa bibe stûna avakirina navendek serbixwe, demoqrat û hemdem.
Bo bidestxistina vê armancê YES e.V. dê hewl bide ku bi hevkarîya ciwanên rewşenbîr, navberî û cudatîya mal û komelên Êzîdiyan di warê siyaseta partîyên kevnewelat de ji holê rakê û wan lihev bicivînê.

Di nava karên YES e.V. de dê bo avakirina Dîasporek Êzîdiyan li Ewrupa li ser bingehek zanistî lobîtî werê destpêkirin. Ev kar jî dê bi alîkarîya xebatên mîna meşandina têkilîyan bi sazîyên fermî re, komkirin û weşandina agahî û îstatîkan, şîrovekirina buyerên rojevîn, nirxandina gühertin û pêşvexistinên çand, erf û edetên Êzîdiyan li Ewrupa û avakirina wargehek navendî bo karê ragihandinê werin bidestxistin.

YES e.V. dê bi enerjîya ciwanên rewşenbîr perspektîvên cuda bide destnîşankirin û tevgera civaka Êzîdiyan li Ewrupa nûjen bixemlîne. Aştiyanî û toleransa ola Êzdatîyê di nava civaka ewrûpîyan de bide nasîn.
Bo pêkanîn û serkeftina vê projeyê YES e.V. bo her alîkarîyê spasdar e.

Birêvebirîya YES e.V. ( Yezidi-European Society )

Bielefeld, Tebax 2007